Kurmanji: Nû hatine taxê?

To barn som sorterer avfallet i forskjellige dunker

Li vir çawaniya rêveberiya bermahiyên malê di şaredariyên Ringsaker, Hamar, Stange û Løten, dê şirovekirin.

Wek mişterîyê nû yê Sirkula IKS, ku bal dikişîne ser pêdiviyên bermahiyên (Çopên) mala we, bixêr bên.

Bermahiyên (Çopên) ku hûn dûr diavêjin, dikarin ji bo çêkirina tiştên nû bên bikaranîn. Ji ber vê yekê em cureyên cuda yên bermahiyan bi qasî ku mimkin be, ji hev vediqetînin. Ji bo nimûne, alavên kaxezî yê bikarhatî, dikarin bikine alavên kaxezî yê nû, amanê şûşe dikarin bikin amanê nû û amanê asin bikin amanê nû, yan ji bo nimûne bikin dûçerxe. Vezîvirandina madeyên bingehîn li bermahiyên (Çopên) me alîkarîya dirêjkirina berdestbûna çavkaniyên xwezayî yên erdî dike da ku em û nifşên pêşerojê wan bikar bînin.

Hemû malbatên li şaredariyên Ringsaker, Hamar, Stange û Løten sîstemeka rêveberiya bermahiyan hene ku ji aliyê Sirkula va tê îdareirin. Her malbatek xercê komkirina bermahiyan salane ji bo vergirtina van xizmetane radest dike. Ev xizmet pêk dên ji:

Komkirina bermahiyên (Çopên) malê

Pênc core bermahiyên (Çopên) malê ji mala we tên berhev kirin: bermayiyên xwarinê, plastîk, kaxiz, ziblên bermayî û pakêtên şûşe û asin.

Divê hûn ji bo her yek ji van coreyên bermahiyan, setilek cûda bikar bînin. Xwediyê Setilê Sirkula ye ji alîyê vê tên xwedikirin û ji alavên mala ku hûn lê dijîn, tên hesibandin. Eger hûn di maleka erzana dewletî, yekîneyek apartmanê yan wekî vê da dijîn, dibe ku we setilê bermahiyên (Çopên) hevbeş hebin.

Li gor bermahiyên (Çopên) ku dihavêjin nava setilê standard, derpoşê wan rengên cuda hene. We jî ji bo berhevkirina bermahiyên (Çopên) plastîkî, dê kîsikek plastîkî ya cûda û zelal hebe.

Avfallsbeholder for papir, matavfall, restavfall, glass- og metallemballasje og plastsekk for plast 

Çar setil û yek kîsika plastîk a zelal ji bo berhevkirina bermahiyên (Çopên) plastic, bi standard para her malekê ye ku di nav da malbatek dijî

 

Renovatør som tømmer papir- og matavfallsdunker i to-kamret renovasjonsbil

Setilê bermahiyan û kîsikên plastîk di demên cûda da tên komkirin: 

  • Bermayiyê xwarinê (derpoşa qehweyî) her 2 hefteyan carekê dê vala kirin.
  • Plastîk (kîsika a zelal), kaxez (derpoşa şîn) û bermayî (derpoşa gewr) her 4
  • Pakêtên şûşe û asin her 8 hefteyan carekê tê valakirin.

Ji Tømmekalender (salname ya komkirinê) binêrin- ji bo agadarbûna ji roja vala kirina setilên cuda serdana see www.sirkula.no bikin.

Setil / kîsika a plastîk divê di dema êvarê, û berî ji roj a komkirinê derveyî malê bête bicîkirin û ji bo valakirinê amade bin.

Brun plastpose til matavfall og en rull med slike poser

Bermayîyên xwarinan divê berî ku nava setilê de cî bigirin, di kîsikên taybet yê qehweyî ku nava jîngehê da têk diçe, bên komkirin. Hetmen berî danîna kîsikê nava setilê, derê vê qahîm girê bidin.

Çawaniya standina kîsikên nû ji bo bermayiê xwarinê yan jî plastîkê

Handlepose knyttet på håndtak restavfallsbeholder og brun matavfallspose knyttet på håndtak til matavfallsdunk

Gava ku kîsikên plastîk û zelal bi dawî hatin, dikarin pêş komkirinê pê girêdana kîsikek plastîkî ya vala (kîsikeka firoşgehan an coreyek din ji kîsikên plastîkê bikar bînin) ji setila çopê re, pêçînek nû bistînin. paşê dema ku bermahiyên (Çopên) we hatine vala kirin, hûnê pêçînek nû ya kîsikên plastîk bistînin. Hetmen paş sitandina pêçînek nû ya kîsikên plastîk, kîsika plastîk lê veqetînin.

Dema ku kîsika qehweyî ya bermayîyê xwarinê, bidawî dibe, dikarin pê girêdana kîsika qehweyî ya bermayîyên xwarinê ji setila bermahiyê pêş komkirinê, kîsikek nû bistînin. paşê dema ku bermahiyên (Çopên) we hatine valakirin, hûnê pêçînek nû ya kîsikan bistînin.

Her weha hûn dikarin ji binkeya vezivirandina bermayiya û ofîsa xizmetên bajarî, kîsikên nû ji bo bermayiyên plastîkî û madeyên xwarinê bistînin.

Radestkirina li navenda vezîvirandinê

Gjenvinningsstasjonen i Brumunddal sett fra inngangsparti

Hûn dikarin di dema demjimêrên şolê, hemû cureyên bermahiyan, , ji bilî bermayîyê xwarinê, li binkeyên vezîvirandinê yê parêzdar, radest bikin. Ev bi taybetî girîng e ku madeyên jehrî radestî binkeyên vezîvirandinê bikin da ku tendurustiya gel û hawîrdora herêmî, bête parastina. bermahiyên (Çopên) jehrî bo nimûne, pêk tên ji: batarya, lampeyê ronahîker, boyax, tenekeyên aerosol, ron, jehra kêzikan û jehra daran, telefona mobîl, kablo, elektronîk û tiştên dî ku karebayê bikardînin.

Bilde av rød beholder for farlig avfall

Qotiyên sor ji bo ragirtina çopên xetere bikar bînin.

Ji bo radesr kirina bermayiyên malê yê taybet ji binkeyên vezivirandina bermayiyan diravê zêde nayê standin.  Ji bilî bermayiyên ku nayên vezivirandin. Bihayên li ser sirkula.no bibînin.

 Pêdivî ye ku hûn kîsikên plastîkî yên zelal ji bo radest kirina bermayiyên ku nayên vezivirandin, ji binkeya vezivirandina bermayiyan re bikar bînin. Hûn dikarin van kîsikan li firotgehan û sîrkular bikirin.

navnîşanên binkeyên vezîvirandinê:

Hûn dikarin di malpera www.sirkula.no da ji demjimêrên xebata binkeyên vezîvirandinê, agadar bin.

Spas ji bo ku hûn bermahiyên (Çopên) xwe ji hev cûda dikin!

Di malpera www.sirkula.no da liser cûdakirinê, alîkarî bistînin.

Rênasîyên cûdakirina bermahiyan ji bo we bo sala 2018 wisa ye:.pdf

Pê daxînkirina sepana Min Renovasjon, ragehandinên li ser rojên komkirinê liser telefona xwe, bibîne. (IOS - Android)

Sirkula IKS

Navnîşan: P.O Box 3, 2301 Hamar

Telefon: 62 54 37 00

Email: post@sirkula.no

Malper: www.sirkula.no

Fant du det du lette etter?

Takk for din tilbakemelding

Vi vil bruke din og andres tilbakemelding for å kontinuerlig forbedre denne siden.

Hva forsøkte du å finne?